Ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattîs bo Minbicê daxuyanî

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jîm Mattîs diyar kir ku eskerên Tirkiyeyê û Amerîkayê mimkun e di nav 3 rojan da dest bi perwerdehiyên ji bo dewriyeyên bi şirîkatî hewce dike, bikin.

Ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattîs bo Minbicê daxuyanî

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jîm Mattîs diyar kir ku eskerên Tirkiyeyê û Amerîkayê mimkune di nav 3 rojan da dest bi perwerdehiyên ji bo dewriyeyên bi şirîkatî hewce dike, bikin.

Gera Mattîsê ku ber bi welatên Amerîkaya Latîn va daye destpêkirin dewam dike û wî di balafirê da ji rojnamegerên pê ra digerin rojevê nirxand û qala mijara Minbicê jî kir.

Ji Mattîs hat pirsîn ku li der dora Minbicê hêzên Tirkiyeyê û yên Amerîkayê ji hev cihê derdikevin dewriyeyê lê gelo wê kîngê bi hev ra derkevin dewriyeyê?

Li ser vê pirsê Mattîs got: "Dikarim bibêjim di nav 72 saetan da. Belkî jî zûtir be, di demeke pir nêz da."

Mattîs got ku ji bo perwerdehiya qal tê kirin jî personel û ekîbên hewce dikin niha li Tirkiyeyê ne lê der barê hûrgiliyan da zêde agahî parve nekir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê pirsa ku wê dewriyeyên bi şirîkatî çi çaxê dest pê bike bê bersiv hişt. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE