Ji Wezîr Çavuşoglu dîplomasiya "kêmkirina aloziyê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo hevdîtina xwe ya ligel Serokkomarê Irakê Berhem Salih wiha got, "Ji bo kêmkirina aloziya li herêmê me xeberda bê ka em dikarin çi bikin."

Ji Wezîr Çavuşoglu dîplomasiya "kêmkirina aloziyê"

Çavuşogluyê ku ji bo qederek hevdîtinan çû Iraqê, li Bağdatê ji aliyê Serokomarê Irakê Salih va hat pêşwazîkirin.

Wezîr Çavuşoglu di peyama xwe ya li ser Twitterê da diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya ligel Salih da silavên Serok Recep Tayyîp Erdogan dayê û wiha dewam kir:

"Me bal kişand ku di serdemeke ev çend hesas da Irak ne bi tenê ye. Ji bo kêmkirina aloziya li herêmê me xeberda bê ka em dikarin çi bikin. Herwiha me girîngiya ku em didin yekîtî û îstiqrara Irakê anî ziman."

Ji aliyekî din va Çavuşoglu di peyameke xwe ya din da jî ragihand ku ew ligel Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî jî civiya û wiha got, "Di hevdîtina me ya ligel Serokwezîrê Irakê Adil Ebdulmehdî da me diyar kir ku di vê serdema dijwar da alîkarî û desthevgirtina me û gelê Irakê ku xwîşk û birayên me ne, dê dewam bike. Em li ser gavên ku dê Irakê ji rageşiya li herêmê dûr bigire rawestiyan."

Di çarçoveya ziyaretê da tê pêşbînîkirin ku ligel geşedanên li herêmê, peywediyên dualî yên herdu welatan jî dê bên gotûbêjkirin.

Ji aliyê din va Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got: "Türkiye naxwaze Iraq ji bona hêzên biyanî bibe qada şer."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Irakê ra axivî

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Bağdatê bi Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Irakê ra hat ba hev.

Hevdîtina Çavuşgolu-Ebdilmehdî li Qesra Hikûmetê ya li Bağdatê hat kirin û çapemenî hilnedan civînê.

Li bendê ne ku Wezîr Çavuşoglu bi Berhem Salihê Serokomarê Iraqê, Mihemed Elî el-Hekîmê Wezîrê Karên Derva , Mihemed el-Halbûsiyê Serokê Meclisê ra jî were ba hev.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE