Ji Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê daxuyaniya "Îranê"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku ew amade ne ligel rayedarên Îranî bêmerc hevdîtinê bikin. 

Ji Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê daxuyaniya "Îranê"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku ew amade ne ligel rayedarên Îranî bêmerc hevdîtinê bikin. 

Pompeo di çarçoveya geşta Ewropayê da çû Swîsreyê û ligel Wezîrê Karên Derva yê Swîsreyê Ignazio Cassis hat cem hev.

Piştî hevdîtina li paytextê kantona Ticinoyê Bellinzonayê, Pompeo di civîna çapemeniyê da axivî û bangî Îranê kir ku çavkaniyên xwe ji bo gelê xwe xerc bike.

Pompeo diyar kir ku Îran, şûna ku ji bo gelê xwe xerc bike, çavkaniyên xwe ji bo Hizbullah û Sûriyeyê xerc dike û lewma jî ji ber fealiyetên Îranê yên li Sûriyeyê ji 6 milyonî zêdetir însan bûn koçber.

Pompeo bersiv da daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û bal kişand ku ew amade ne bêmerc ligel vî welatî dest bi hevdîtinan bikin.

Pompeo wiha got, "Em amade ne (ligel Îranê) li ser maseyê rûnin."

Wezîrê Amerîkayî Pompeo herwisa bal kişand ku zext û fişarên wan ên dijî Îranê dê bidomin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE