Ji Wezîrê Siûdî daxwaza piştgiriya YPG/PKKyê

Tamer El Sabhanê Wezîrê Têkiliyên Kendavê yê Erebistana Siûdî yê ku Sûriye ziyaret kir ji eşîrên Ereb xwest ku piştgiriyê bidin YPG/PKKyê

Ji Wezîrê Siûdî daxwaza piştgiriya YPG/PKKyê

Tamer El Sabhanê Wezîrê Têkiliyên Kendavê yê Erebistana Siûdî li Sûriyeyê herêmên bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ziyaret kir û bi nûnerên eşîrên Ereb ra hat bal hev û ji wan xwest ku piştgiriyê bidin YPG/PKKya rêxistina terorê.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin El Sabhan bi Wîllîam Robakê nûnerê Amerîkayê yê koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê ra herêmên bin dagirkeriya YPG/PKKê da ziyaret kir.

Wezîrê Siûdî li sehaya Neftê ya El Omerê ya li rojhilatê bajarê Dêrazorê bi nûnerên eşîrên Ereb ra jî hat ba hev.

El Sabhan di civînê da soza alîkariya têkoşîna qaşo ya dijî DEAŞa rêxistina terorê û alîkariya Erebên li herêmê da û ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê piştgirî xwest.

Çavkaniyan diyar kir ku El Sabhan di heman demê da hişyarî da eşîran ku nêzî Tirkiye û Qatarê nebin.

Wezîr El Sabhan berê jî herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ziyaret kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE