Ji Wezîrê Tenduristiyê Koca hişyariya "dev ji tevdîran bernedin"

"Ji bilî malê rûpêçên xwe li her derê bidin ber devê xwe û mesafeya xwe ya civakî jî biparêzin. Mirov nizane şewb bi kê ra heye."

Ji Wezîrê Tenduristiyê Koca hişyariya "dev ji tevdîran bernedin"

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji welatiyan xwest ku bila li hemberî şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19ê) ya li çar aliyê dinyayê jiyan serobin kiriye xwe bernedin û tevdîran binpê nekin.

Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bo welatiyan vîdeoyeke tevdîran weşand. 

Di parvekirina xwe ya vîdeoyê da Wezîr Koca ji welatiyan xwest ku bila dev ji tevdîran bernedin û wiha dewam kir: "Ji bo vîrus bi mirov negere divê rûpêç li ber devê mirov be û mirov mesafeya xwe ya civakî biparêze. Ji bilî malê rûpêçên xwe li her derê bidin ber devê xwe û mesafeya xwe ya civakî jî biparêzin. Mirov nizane şewb bi kê ra heye. Dev ji tevdîran bernedin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE