Ji Yekîtiya Ewropayê daxuyaniya Arakanê

Berdevka Yekîtiya Ewropayê Maja Kocîjancîc: "Rewşa li Arakanê hê jî cidî ye. Yên ku bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dikin divê hesab bidin."

Ji Yekîtiya Ewropayê daxuyaniya Arakanê

Yekîtiya Ewropayê (YE) got li Arakanê rewş hê jî cidî ye û yên ku mafên mirovan binpê dikin divê hesab bidin.

Berdevka Yekîtiya Ewropayê Maja Kocîjancîc di civîna çapemeniyê ya rojane de daxuyand ewê di nav vê hefteyê de bi rayedarên Mîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatiye avakirin re hevdîtinê bikin.

Kocîjancîc got wan 18 mehan li ser Arakanê xebat kiriye û raporek amade kiriye.

Kocîjancîc anî ziman ewê bi rayedaran re li ser vê raporê biaxivin û wiha dewam kir: "Gavên ku YE wê di vê mijarê de biavêje wê paşê di navbera endaman de bê axaftin. Rewşa li Arakanê hê jî cidî ye. Yên ku bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dikin divê hesabê bidin."

- Di rapora NYyê de gotinên balkêş

Mîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatibû avakirin.

Di rapora mîsyonê da hatibû xwestin ku bila Sererkanê artêşa Myanmarê (Tatmadaw) Mîn Aûng Hlaîng, alîkarê wî General Soe Wîn jî di nav da gelek fermandarên payebilind ên Artêşa Myanmarê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin.

Di raporê de wiha hatibû gotin: "Mecbûriyetên eskerî wê tu carî kuştina mirovan, destdirêjiyaa li hemberî jinan, êrîşên li ser zarokan û şewitandina hemû gundan" mafdar nîşan nede."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2018, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE