Ji Yekîtiya Ewropayê banga İdlibê

Yekîtiya Ewropayê: "Li Îdlibê bombebaran û êrîşên esmanî yên dijî sivîlan nayên qebûlkirin û divê bên sekinandin."

Ji Yekîtiya Ewropayê banga İdlibê

Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li rejima Beşşar Esed û alîgirên wê kir ku li Îdlibê êrîşên dijî sivîlan bidin sekinandin.

Peter Stanoyê Berdevkê Komîsyona YEyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir li rojavayê bakurê Sûriyeyê rojên dawîn di êrîşên hêzên rejim û alîgirên wê da piranî jin û zarok 35 sivîl hatin kuştin û got ku li herêmê agirbest xera bû û ji herêmê 350 hezar sivîl û ji cî û warê xwe bûne.

Stano diyar kir li Îdlibê bombebaran û êrîşên esmanî yên dijî sivîlan nayên qebûlkirin û divê bên sekinandin û YE heta êrîşên navborî bidomin wê mueyîdeyên dijî rejima Esed bimînin û got ku ji bona alîkariya însanî divê korîdora alîkariyê ava bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE