Ji YEyê bo Ukraynayê ziyareta di asta bilind da

Ji YEyê bo Ukraynayê ziyareta di asta bilind da

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel çû paytextê Ukraynayê Kîevê ku digel Rûsyayê di şer da ye.

Michel der heqê ziyareta xwe ya ku pêşdatir nehatibû ragihandin da ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ra peyamek belav kir.

Michel got, "Ez îro li Kîevê me." û Kîev wekî "dilê Ewropaya azad û demokratîk" pênase kir.

Michel her wisa wêneya xwe ya ku li îstasyona trênê ji hêla peywirdarên Ukraynayî hat pêşwazîkirin parve kir. Tê pêşbînîkirin ku Michel dê digel Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy hevdîtinê bike.

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê û Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Peywendiyên Derva û Ewlekariyê Josep Borrell jî di 8ê Nîsanê da Kîev ziyaret kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE