Ji YEyê peyama 15ê Tîrmehê

Nûnera Payebilind a Polîtîkayê Karên Derva û Ewlehiyê ya YEyê Federica Mogherini: "Îro salvegera sêyemîn a hewla derbeyê ye û ew roj û şevê pir baş tê bîra me hemûyan. Di piştevaniya me û gelê Tirk da şik û guman nîne"

Ji YEyê peyama 15ê Tîrmehê

Nûnera Payebilind a Polîtîkayê Karên Derva û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini got, "Îro salvegera sêyemîn a hewla derbeyê ye û ew roj û şevê pir baş tê bîra me hemûyan. Di piştevaniya me û gelê Tirk da şik û guman nîne."

Li Brukselê bi beşdariya wezîrên karên derva yên welatên endamê YEyê civîna Konseya Têkiliyên Dereke wê were lidarxistin û Mogherini beriya têkeve civînê daxuyanî da.

Mogherini bal kişand ku ew û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu berî niha der heqê fealiyetên ku Tirkiye li Rojhilata Behra Spî dike da axivîn û wiha dewam kir, "Min di destpêka axaftina xwe da got ku em piştevanê gelê Tirk in. Îro salvegera sêyemîn a hewla derbeyê ye û ew roj û şevê pir baş tê bîra me hemûyan. Di piştevaniya me û gelê Tirk da şik û guman nîne."

Mogherini li ser fealiyetên ku Tirkiye li Rojhilata Behra Spî dike wiha got, "Pêşengên YEyê di meha hezîranê da der heqê fealiyetên sondajê da biryarek dabûn û îro welatên endam wê li ser şopandina vê biryarê hevdîtinê bikin."

Mogherini diyar kir ku di civînê da ew ê li ser peymana nukleerê ya Îranê, koçberî û serenavên wek Afrîka û Lîbyayê bisekinin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE