Ji YNK û Goranê ji bo Silêmanî û Helebçeyê banga "xweseriyê"

Geyyath Surçiyê endamê YNKyê biryara endamên Meclisa Wîlayeta Silêmaniyê yên YNK, Tevgera Goranê û hin partiyên Îslamî bi civîna çapemeniyê diyar kir.

Ji YNK û Goranê ji bo Silêmanî û Helebçeyê banga "xweseriyê"

Hin endamên meclisê yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê û hin partiyên Îslamî yên navenda wan li Silêmaniyê ne ji bo Silêmanî û Helebçeyê banga "xweseriyê" kirin.

Geyyath Surçiyê endamê YNKyê biryara endamên Meclisa Wîlayeta Silêmaniyê yên YNK, Tevgera Goranê û hin partiyên Îslamî bi civîna çapemeniyê diyar kir.

Surçî got ji bo ku Silêmanî û Helebçe ji hêla îdarî û malî va bigihêje statuya xweseriyê daxwazname ji Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ra şandin.

Surçî got daxwaza xweseriyê ew e ku HKI ji nêrîna rêveberiya ji navendê dev berde, hinceta vê jî ew e ku "bi hikûmeta HKIyê ewle nînin".

Surçiyê YNKyî îdia kir ku rêveberiya HKIyê di mijara budçeyê da jî ji bo Silêmanî û Helebçeyê adilî tevnagere.

Li Silêmanî û Helebçeyê YNK hêzdar e, li Hewlêr û Dihokê jî PDKya seroktiya wê Mesûd Barzanî dike hêzdar e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE