Ji YNKê piştî mirina Talabanî kongreya ewil

Endamê Konseya Serokatiyê yê YNKyê Arez Ebdullah der barê pêvajoya kongreya YNKyê da nirxandinên xwe ragihandin.

Ji YNKê piştî mirina Talabanî kongreya ewil

Tê diyarkirin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê serokê wê yê damezrîner e û piştî wefata wî meqama sekreteriya giştî ya partiyê vala ma dê heta dawiya 2019an kongreyê bike.

YNK yek ji du partiyan e ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serdest e û di sala 1975an da hatiye avakirin. Piştî ku di cotmeha 2017an da serokê partiyê yê damezrîner Celal Talabanî wefat kir ji ber berberiyên navxweyî yên di nav partiyê da di du salên dawîn da nekarîn ku kongreyê bikin.

Endamê Konseya Serokatiyê yê YNKyê Arez Ebdullah der barê pêvajoya kongreya YNKyê da nirxandinên xwe ragihandin.

Ebdullah diyar kir ku ji bo amadehiyên kongreyê di nav partiyê da komîsyenek hat avakirin û got ku "Ji bo ku kongre bê kirin berê asteng hebûn lêbelê niha ev asteng neman. Lewra wext hat ku kongre bê kirin."

Ebdullah got ku hemû şaxên partiyê hemfikir e ku kongre bê kirin û kesê ku dê peywira sekreteriya giştî ya ku piştî di cotmeha 2017an da mirina Talabanî vala ma birêva bibe bê diyarkirin lewra jî dê heta dawiya salê YNK kongreyê bike.

Ebdullah diyar kir ku piştî wefata Talabanî cara ewil dê kesekî cuda ji bo sekreteriya giştî ya YNKyê bê hilbijartin û wiha axivî:

"Ev kongre dê ji yên din gelekî cuda be. Ji ber ku piştî mirina Celal Talabanî li Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê gelek geşedanên siyasî, aborî û çandî çêbûn. Di vê kongreyê da dê guherînên girîng ên wekî nûkirin partiyê, ji nû va diyarkirina bernameyê û guherîna tuzuka navxweyî çêbe."

Ebdullah got ku ji bo sekreteriya giştî ya YNKyê behsa tu kesê nayê kirin lêbelê dê rayeyên kesê ku dê bê serê partiyê ne rayeyên wekî di destê Talabanî da bin û rayeyên kesê dê wek sekreterê giştî bê hilbijartin dê piranî di nav şaxên partiyê da bê belavkirin.

YNK yek ji wan du partiyan e ku li HKIyê serdest e û di  hilbijartina giştî ya ku di 12ê gulana 2018an da li Iraqê hat kirin da 18 parlementer derxistibûn.

YNK di hilbijartinên giştî yên ku di 30yê îlona 2018an da li HKIyê hatin kirin da jî li parlementoyê bûbû partiya duyemîn û 21 parlementer derxistibûn.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE