Ji Zelenskiy rexneya Rojava

Zelenskiy Rojavaya qasî têrê piştgiriyê nade Ukraynayê rexne kir

Ji Zelenskiy rexneya Rojava

Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku ji ber êrîşên hewayê ya dewlet û artêşa Rûsyayê merivê wan tên kuştin lêbelê hêzên Rojavayî yên biryarê nadin qada hewayê were parastin jî berpirsyar in.

Zelenskiy di axaftina banga gel da diyar kir ku 13 roj e têkoşînê didin, qasî ji destê wan tê jî dagirkeran ji holê radikin.

Zelenskiy destnîşan kir ku bi sedan firoke û balafirên Rûsyayê li qada hewaya Ukraynayê difirin û wiha pê da çû: "Em wan ji holê radikin. Di 30 salên dawîn da Rûsyayê qasî van 13 rojan balafir û firokeyên xwe nedabûn der. Lêbelê hê jî di destê wan da qasî têrê bike makîneyên kuştinê hene. Hê ji bo terorê fuzeyên wê hene. Bombeyên 500 kîloyî di ser sivîlan da dibarîne."

Zelenskiy got 13 roj e hin soz hatibûn dayîn ku ew ê piştgiriya ji hewayê û balafiran bidin wan û wiha axivî:

"Li Ukraynayê di êrîşên ji hewayê da sivîl tên kuştin helbet berpirsyarê vê dewlet û artêşa Rûsyayê ye. Sûc li ser histûyê dagirkerên ku rêgezên şer binpê dikin, merivan dikujin e lêbelê kesên li Rojavayê di ofêsên xwe da rûdinin û 13 roj e biryarê nadin ku qada hewaya Ukraynayê were parstin jî sûcdar in, ew jî berpirsyar in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE