Ji Zerîf bo Amerîka û Erebistana Siûdî "hişyariya şer"

Zerîf:"Bermayî û mitefiqên birik ên Tîma B ji bo ku Donald Trump bikişînin nava şer, dixwazin wî bixapînin. Ji bo qenciya xwe divê dia bikin ku bira tişta ku li pey ne nekeve destê wan. "

Ji Zerîf bo Amerîka û Erebistana Siûdî "hişyariya şer"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ku êrîşa dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî wekî "sedema şer" hesiband, bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo ku Serok Donald Trump bikişîne nava şerekî dijî Îranê, dixwaze wî bixapîne û wiha got, "Ji bo qenciya xwe divê dia bikin ku bira tişta ku li pey ne nekeve destê wan."

Zerîf ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşandin û bersiv da Pompeoyê ku ji ber êrîşa dijî tesîsên şîrketa neftê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî Saudi Aramcoyê, Îranê tawanbar dike û êrîşê wekî sedema şer dibîne.

Zerîf got ku Pompeo ji bo ku şerekî dijî Îranê derkeve, navtêdanê dike û wiha got, "Bermayî û mitefiqên birik ên Tîma B ji bo ku Donald Trump bikişînin nava şer, dixwazin wî bixapînin. Ji bo qenciya xwe divê dia bikin ku bira tişta ku li pey ne nekeve destê wan. Ji ber ku ew jî bikibr û qure ne, di şerê 4 sal berê yê bi Yemena ku gelekî piçûktir e (ji Îranê) da berdêlê didin."

Zerîf di peyameke xwe ye din da jî dîmenên Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo parve kir ku Pompeo di van dîmenên axaftina xwe ya meha nîsanê ya li Zanîngeha Teksas A&Mê da wiha dibêje, "Ez dîrektorê CIAyê bûm. Me derew kirin, me însan xapandin û me dizî kir."

Zerîf di dewama peyamana xwe da wiha got:

"Xû û edet bi rasît zû zû nayên terikandin. Derew, xapandin, xwînrêjandin û li hemberî mişteriyên biyanî yên ku xerckirina ji xezîneya gel ne di xema wan da ye (Erebistana Siûdî) çaplûsîkirin, vê axiriyê gelekî zêde bûne."

- Êrîşa dijî tesîsên Saudi Aramcoyê

Roja şemiyê li gor saeta herêmî serê sibê di 04.00an da bi firokeyên bêfirokevan ên çekdar va êrîşî 2 tesîsên şîrketa neteweyî ya neftê ya Erebistana Siûdî Saudi Aramcoyê kiribûn û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû.

Bûyera ku mirî û birîndar tunene, Hûsiyên li Yemenê bi daxuyaniya nivîskî va êrîş hildabûn ser xwe û îdia kiribûn ku wan bi 10 firokeyên bêfirokevan ên çekdar va pêk anîn.

Rêveberiya Îranê wê yekê red dike ku di êrîşan da rola wan heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE