Ji Zerîf daxuyaniya Îdlibê

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf got ew hewl didin ji Îdliba Sûriyeyê terorîstan derxin.

Ji Zerîf daxuyaniya Îdlibê

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf got ew hewl didin li Sûriyeyê bêyî ku zirareke mezin bidin gel, terorîstan ji Îdlibê derxin.

Zerîf daxuyanî da têlevîzyona dewletê û der barê geşedanên Îdlibê da axivî.

Wezîr Zerîf got ew li Sûriyeyê bêyî ku zirareke mezin bidin gel, hewl didin terorîstan ji Îdlibê derxin.

Zerîf daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya der barê Sûriyeyê da rexne kir û got Trump dixwaze vê rewşa tevlihev ji bo siyaseta xwe ya hundir bi kar bîne.

Zerîf anî ziman rewşa Trump li ber çavê raya giştî ya Amerîkayê ne baş e û ew dixwaze li dijî gelê Sûriyeyê gavan bavêje ku rewşa xwe ya nebaş li Amerîkayê dîsa baş bike û wiha dewam kir: "Amerîkî di têkoşîna dijî terorîzm û radîkalbûnê da ne xwedî sabiqayeke baş in. Di mijara Sûriyeyê da Amerîka bila li aliyekî bisekine. Bila tu kes ji bo hedefên xwe yên siyasî yên hundirîn sûdê ji rewşa Sûriyeyê bi dest nexe."

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf der barê pêvajoya Astanayê û kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê da jî wiha axivî: "Niha yên ku li Sûriyeyê dijî terorîzm û radîkalbûnê têkoşînê didin divê karên xwe bidomînin. Ev kes jî ew in ku ji bo pêvajoya Astanayê û kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê gavên hewce dikin davêjin. Heke yên din mudaxale nekin, ev pêvajo wê baştir û serkeftîtir encam bide."

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 14:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE