Jimara Azerbeycaniyên ku di êrîşên Ermenistanê da hatin kuştin derket 43yan

Jimara Azerbeycaniyên ku di êrîşên Ermenistanê da hatin kuştin derket 43yan

Sivîlekî din jî ji ber topên ku artêşa Ermenistanê digel agirbestê diavêje cî û warên Azerbeycanê mir û jimara kesên ku heta îro di êrîşan da hatin kuştin derket 43yan.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Azerbeycanê da hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê vê sibehê gelekî top avêtin bajarê Terterê.

Di encama êrîşê da Edalet Axundovê (51) li bajaroka Narliyê dijî mir.

Jimara sivîlên ku di encama êrîşên Ermenistanê da hatin kuştin derket 43yan.

Di hevdîtinên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da li Moskovayê hatin kirin da biryar hatibû dayîn ku ji 10ê cotmehê saet 12.00ê pê va agirbesta mirovî ya pêş dibîne ku cenaze û êsîrên li Qerebaxa Çiyayî bên guhertin hatibû dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE