Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) 17 kesên din jî mirin û jimara kesên ji ber nexweşiyê mirin gihîşt 124an û li seranserê welêt nexweşî bi 4 hezar û 747 kesan geriya.
Berpirsê Têkîliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cihanpûr daxuyanî da û ragihand ku ji ber Kovîd-19ê li seranserê welêt jimara kesên mirin ji 107an derket 124an.
Di axaftina xwe da Cîhanpur got ku jimara kesên nexweşî bi wan ra heye jî zêde bû û gihîşt 4 hezar û 747 kesan.
Cîhanpur ragihand ku şewba Kovîd-19ê herî zêde li Tehran, Gîlan, Qum, Merkezî, Qezwîn, Elburz û Îsfehanê dertê holê û niha 15 hezar û 981 kes li nexweşxaneyan tên girtin û bi tenê 913 kes piştî tedawiyê hatin taburcukirin.
Li Îranê tewdîrên ji bo vîrusa koronayê
Li Îranê di çarçoveya tewdîrên vîrusa koronayê da têketina Gîlan û Mazenderan a herêmên tetîlê ne hatin girtin û ji bo rêwiyên tên tetîlê wê ji bo wan deran destûr neyê dayîn.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî di civîna çapemeniyê ya duh lidar xist da got ku dibistan û zanîngehên li seranserê welêt ji ber talûkeya şewba Kovîd-19ê heta 20ê Adarê hatin tetîlkirin.
Li seranserê welêt kirina nimêja înê ya vê heftê hat betalkirin û heta emrekî duyemîn rayedarên hikûmetê û burokrat wê nikaribin derkevin dervayî welêt.