Testa jina Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê Yaakov Lîtzman a vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pozîtîf derket.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê Lîtzman daxuyand testa jina wî û ya wî bi hev ra hatiye kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin testa jina wî pozîtîf derketiye, Wezîr wê ji malê xebatên xwe bidomîne.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Îsraîlê di 6 hezar û 92 kesan da vîrus heye, 26 kes jî ji ber vîrusê mirin.
AA