Li gundê Memilaya Racoya Afrinê haziriya zivistanê didome. Pîrek her sal van çaxan digihêjin hev û bi mîrkutan zeytûnan dişkînin. Pişt re wan dixin nav qalûnan û ji bo zivistanê hazir dikin.
Ev der gundê Memilaya Racoya Afrinê ye. Welatiyên vî gundî jî debara mala xwe bi zeytûnan dikin.
Jin û pîrekên gund her sal van çaxan digihêjin hev û xwarina ku jê re dibêjin mûnet çêdikin.
Afrinî piştî rûnê xwe rakirin niha jî bi mîrkutan zeytûnên şîn dişkînin.
Piştî şikandinê xwê dikin û li hev dixin û dixin nav qufeyên plastîk.
Mehê carekê jî ava wê diguherînin ku xira nebin.