Li Efrînê jin bihar û havînan, dest bi çêkirina nanê tenûrê dikin. Nanê xwe bi hev re distrênin û li tenûrê didin. Nanê tenûre, li gorî yê din him xweştir him jî erzantir e.
Bi hatina bihar û havînê re, çêkirina nanê tenûrî jî dest pê dike.
Jinên Efrînê, hevîrê xwe distirênin û bi hev re nan çêdikin.
Nanê tenûrê him erzantir him jî xweştir e.
Jinên jêhatî, ji xeynî nane tenûrê, sermûsek û nanê sêlê jî çêdikin.