Rêvebiriya Erebistana Siûdî ragihand guherîna ku di dîroka dewletê da cara ewil jin bêyî destûra malxwê malê dikarin li dervayî welêt derkevin seyahetê ketiye rewacê.
Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan ya Erebistana Siûdî ku agahî ji rayedarekî Wezareta Karên Navxweyî hatiye hildan li Îdareya Halê Medenî û Pasaportan û li hemû şaxên li welêt guherîna navborî ketiye rewacê.
Li Erebistana Siûdî li gor biryarnameya ku 2yê Tebaxê di Rojnameya Fermî da hat weşandin jin jî mîna mêran dikarin pasaportê derxin û derkevin dervayî welêt û ji bona vê jî hewce nake ji malxwê malê yên mîna bav, mêr, bira û heta zarokên kurîn destûrê hildin.
Beriya guherîna navborî jin (emrê wan ferq nake) û mêrên ji 21 salî biçûktir dema derketina dervayî welêt divê ji malxwê malê destûrê hildana.
AA