Jiyana kesên ji destê DEAŞê reviyane 8 sal e di konbajaran da bi zehmetî dimeşe

Jiyana kesên ji destê DEAŞê reviyane 8 sal e di konbajaran da bi zehmetî dimeşe

DEAŞa rêxistina terorê 8 sal berê Mûsila bajarê Iraqê dagir kir û 5 sal berê jî bajar ji destê rêxistinê hat xelaskirin. Ji 2014an vir va kesên mecbur man ji ber rêxistinê terka malên xwe kirin hê jî di konbajaran da di nav şert û mercên zehmet da dijîn.

Di 10 Hezîrêna 2014an da artêşa Iraqê ji Mûsilê vekişiya û bajar ket destê DEAŞê. Artêşa Iraqê paşê operasyonan kir û bajêr di 10ê Tîrmeha 2017an da ji destê DEAŞê hat rizgarkirin.

Kesên mecbur man ji ber rêxistinê terka malên xwe kirin li kampên Hesen Şam û Hazirê yên li Herêma Kurdistana Iraqê hatin bicihkirin ku ew hê jî van di konbajaran da di nav şert û mercên zehmet da dijîn.

- "Heke li Mûsilê ewlehî çêbibe em dixwazin vegerin"

Edîbe Casima di Konbajara Hesen Şamê da dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema DEAŞê êrîş kir ew ewil ber bi Sûriyeyê va reviyan, lê paşê hatin Hesen Şamê.

Casimê got di êrîşa Mûsilê da DEAŞê mêrê wî dîl girt û wiha axivî: "Lê wî serî netewand û piştî Mûsil hat rizgarkirin ew teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Lê em hê jî aqûbeta wî nizanin. Heke li Mûsilê ewlehî çêbibe em dixwazin vegerin. Jiyana kampê pir zehmet e."

- "Ez zarokên xwe tena serê xwe mezin dikim"

Qeys Mûsayê jina wî di dema êrîşa Mûsilê da nexweş ketiye û wefat kiriye jî wiha got: "Dema DEAŞ hat me tenê çend kincên xwe hilda û em reviyan. Em li vir malbateke ji 10 kesan pêk tên dijîn. Ez zarokên xwe tena serê xwe mezin dikim, dêya wan tune. Şert û mercên me pir zehmet bûn. Mehek e arê me tune."

- "Malên me xirab bûn"

Hacer Mihemedê jî daxuyand piştî êrîşa DEAŞê ew derketin serê rê û dirban û 7 sal e di konbajarê da dijîn.

Mihemedê wiha got: "Ez nizanim çi hate serê mêrê min. Malên me xirab bûn. Ne dahateke min heye û ne jî karekî min. Ji bo vegera Mûsilê tu ewlehiyek tune. Li vir jiyana me ne baş e. Em nikarin ar bikirin, pêdiviyên xwe bi dest bixin. Hikûmeta Iraqê jî tu alîkariyê nake. Tenê saziyên alîkariyê yên mirovî alîkariyê dişînin."

Emel Mihemed Ebdulayê jî got ew ji Mûsilê heta vê kampê bi meş hatine û wiha axivî: "Me li cem xwe tenê çend tiştên mecburî anîbû. Niha jî ew dem tê hişê min aciz dibin, wek kabusê bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE