Jovenel Moîseyê Serokê Dewletê yê Haîtiyê hat kuştin

Jovenel Moîseyê Serokê Dewletê yê Haîtiyê hat kuştin

Jovenel Moîseyê Serokê Dewletê yê Haîtiyê ku li mala wî kesên nasnameya wan nayê zanîn lê suîqest kirin, hat kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin gorî daxuyaniya Serokatiya Dewletê ya Haîtiyê kesên nasnameya wan nayê zanîn di saeta 05.00an da (li gorî saeta Tirkiyeyê) êrîşî Moîse kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Moîse hatiye kuştin û Martîne Moîseya jina wî jî ku birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê.

Li Haîtiya ku zû da ye bêîstiqrariya siyasî heye Moîse meha Sibahê daxuyanî dabû rojnamevanan û destnîşan kiribû ku "qesta heyata wî dikin."

Moîse gotibû ku "Dafikeke ku ji Mijdara 2020î vir va tê meşandin hatiye tesbîtkirin" û der barê vê meseleyê da 20 kes hatine binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE