Îsal 7ê hezîranê, 53emîn salvegera dagirkirina mescîda eqsayê ye. Di vê çarçoveyê de, bi beşdariya aktîvîstên cihanê wê kampanyayeke elektronîk were lidarxistin.
Ji 33 welatan aktîvîst ji bo Qudsê wê bi 13 zimanan kampanya li dar bixin.
Aktîvîst dixwazin ku di 7ê Hezîranê de bi yek dengî, dagirkeriya Israîlê şermezar bikin û piştevaniya gelê Qudsê bikin.
Her wiha ew dixwazin aciziya xwe nîşanî Emerîkayê jî bidin ku Emerîka her tim pişt dide dagirkeriya Israîlê.
Ji bo kampanyayê wê medyaya civakî bê bikaranîn.