Kaşikcî li Emerîkayê hat bibîranîn

Konseya Têkiliya Emerîkan û Îslamê ji bo Cemal Kaşikçi civiya

Kaşikcî li Emerîkayê hat bibîranîn

Rojnamegerê Emerîkayî Courtney Radsch îdîa kir ku Cemal Kaşikçi, bi bernameyeke Îsraîlê dihat şopandin. Herwiha Radsch got ku Erebistana Siûdî, ji bo şopandina muxalifên xwe bi milyonanan dolar pereyan dide şîrket û bernamesazên emerîkayê.

Konseya Têkiliyên Emerîka û Îslamê û Komeleya Edalatê ya ji bo Cemal Kaşikçi li Washingtonê bibîranînek çêkir.

Di panela bibîranînê de rojanameger Courtney Radsch peyvên balkêş kirin. Radsch got ku Erebistana Siûdî ji bo dîtina muxalifên xwe, bi milyonan dolaran pereyan li şîrket û bernamesazên Emerîkayê xerc dike.

Herwiha rojnamegerê Emerîkayî îdîa kir ku Kaşikçi bi bernameya “pegasus” dihat şopandin. Wê programê jî İsraîl çêdike û şîrketeke Emerîkayê jî diforoşe.

Herwiha hîndekarê Siûdî Evdilla Elaoudh got ku bavê wî yê rûspiyê dînî niha li Erebistan Siûdî girtî ye û cizayê îdamê jê re tê xwestin.

Ji rêxistina çavdêriya mafên mirovan Tom Porteous jî got ku hin saziyên fikr û ramanî ji bo ku fonên Riyadê qut nebin, rexne li rêveberiya Siûdî nagirin.

Herwiha got ev saziyên fikr û ramanî her tim bi hikûmeta Emerîkayê re ne.

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE