Kaşikçi di rojeva Kanadayê de ye

Hevpeyvîna Kaşikçi ya bi çapemeniya Kanadayê re hat weşandin...

Kaşikçi di rojeva Kanadayê de ye

Hevpeyvîna Cemal Kaşikcî ya ku bi saziya global newsê ya Kanadayê re kiriye, derket. Rojnameger Kaşikcî di wê roportajê de gotiye; gef li min tê xwarin. Hevpeyvîneke ligel Cemal Kaşikcî derket ku ew bi Global Newsa Kanadayê re peyiviye.

Di hevpeyvîna xwe ya 6ê tebaxê de Kaşikcî behsa rewşa wan çalakgeran kir ku ew li dijî şaşiyên Erebistana Siûdî ne.

Kaşikçi diyar kir ku tu aktîvîstên Erebistana Siûdî nikarin bi rojnamegerên biyanî re xeber bidin û hemû bêdeng in. Her wiha Kaşikçi di roportajê de dibêje ez tehdît kirim.

“Her çiqes ez li Washingtonê bijîm jî hin caran ez jî bêdeng im. Çimkî ew çawên me ditirsînin.

Kaşikçi hişyarî da rêveberiya Riyadê û got bila têkiliya Erebistana Siûdî bi dinyayê re neqede.

“Erebistana Siûdî hewceyê dostan e. Em bi Yemenê re şer dikin, em li dijî Îranê ne. Ji ber vê divê em bi welatên wek Kanada û Ewropayê re bibin dost. Errebistana Siûdî çiqas hewceyî Emerîkayê be ew qasî hewceyê Kanada û Ewropayê ye jî.

Kanadayê û welatiyên wê neheqiyên însanî yên li Rojhilata Navîn anîbûn rojeve. Kaşikçi piştgirî da vê û got ew tiştekî baş e. ala 2012an ve alîkariyên me dewam dikin.”

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 12:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE