Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi telefonê bi Serokê DYAyê Joe Biden re axivî.
Kazimî di daxuyaniya xwe de ya li ser hesabê medyaya civakî wiha got:
"Di peywendiya telefonê ya digel Serokê DYAyê Joe Biden de, em li ser mijarên weke têkiliyên dualî, hêzdarkirina hevkariyê, têkoşana dijî DEAŞê, parastina aşitî û ewlekariya herêmê axivîn."
Kazimî destnîşan kir ku di peywendiyê de tekezî li dirêjepêdana diyaloga stratêjîk a di navbera herdu welatan de kirine.AA