Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî di hilbijartina giştî ya pêşwext da dengê xwe da û wiha got, "Min xwest wekî hilbijêrê ewil ê ku dengê xwe da, têkevim qeydan."
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Iraqê, Kazimî li Herêma Kesk li navendeke hilbijartinê dengê xwe da.
Kazimî bangî Iraqiyan kir ku dengê xwe bidin û wiha got, "Min xwest wekî hilbijêrê ewil ê ku dengê xwe da, têkevim qeydan. Ev hilbijartin, ya ewil e ku derketina derva nayê qedexekirin."
Alimê şîe yê Iraqî û siyasetmedar Ammar el-Hekîm û ji serokwezîrên berê Nurî el-Malikî jî serê sibê zûtirî dengê xwe da.AA