Midûriyeta Weqfên Giştî ya Türkiyeyê li Afrinê Kela Nebî Horî ya dîrokî restore dike. Ev 8 meh bûn ku restorasyona wê dewam dikir, keleh êdî ber bi temambûnê ye.
Kela Nebî Horî cî û warekî dîrokî yê Afrinê ye. Ev 4 hezar sal in ku ev keleh heye. Lê rejima Sûriyê tu carî girîngî nedaye vê şûnewara dîrokî.
Midûriyeta Weqfên Giştî ya Türkiyeyê Kela Nebî Horî restore dike. Restorasyona 8 mehan êdî ber bi temambûnê ye.
Gelê Afrinê jî ji vê xizmetê razî ne. Çav li rê ne ku heta 20 rojan welatî û kesên dixwazin serdana wê bikin, wê bikaribin biçin kelehê.