Keleha dîrokî Shurî ya Japonyayê şewitî

Keleha dîrokî Shurî ya li herêma Okinawaya Japonyayê şewitî

Keleha dîrokî Shurî ya Japonyayê şewitî

Hat ragihandin ku Keleha dîrokî Shurî ya li herêma Okinawaya Japonyaşewitî.

Li gorî nûçeya ajansa Kyodoyê, polêsan ragihand, Keleha dîrokî Shurî ku di lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, di nava alava şewata ku bi dema herêmê dora saet 02.40î dest pê kir da ma.

Hat destnîşankirin, piştî ku hişyariya şewatê lê da, hêzên ewlekariyê dûyê ku li ser avahiya sereke ya kelehê quloz bû dît. Herwiha şewata ku belayî bînayên ji daran ên din jî bû, bi destê ekîbên îtfaiyeyê dora saet 13.30î hat vemirandin.

Ekîbên îtfaiyeyê herwiha destnîşan kirin ku di şewatê da ligel avahiya sereke ya kelehê ku navê wê "Seiden" e, avahiya bakur ya bi navê "Hokuden" û herwisa avahiya başûr ya bi navê "Nanden" jî bi temamî şewitîn bûn xwelî.

Di nûçeyê da hat gotin, 7 avahiyên keleha li bajarê Nahayê ya ku li ser 4 hezar û 800 metrekareyî hatiye çêkirin, bi temamî şewitîn.

Peywirdaran destnîşan kirin ku ew hê jî pê nizanin ka gelo di şewatê da mirî û birîndar hene an na, lêbelê ji 30î zêdetir şêniyên li dewrûbera kelehê, bo demeke berwext hatin texliyekirin.

Sedema şewata ku tê texmînkirin di avahiya sereke da dest pê kir, tê lêkolînkirin.

Ji aliyê din va, Sekreterê Sereke yê Kabîneya Japonyayê Yoshihide Suga di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku Keleha Shuri ji bo Okinawayê wateya wê ya sembolîk a pir girîng heye û lewma jî hikûmet çi ji dest were, dê bike da ku kelehê jinûva çêbike.

Keleha Shurî ku di serdema Qraltiya Ryukyu da qedera 500 sal berê hatiye çêkirin, di Şerê Duyemîn ê Cihanê da bi temamî xesar dîtibû, lêbelê dû ra hatibû restorekirin û sala 1992yan wekî parqa neteweyî ji bo ziyaretan hatibû vekirin.

Keleh di sala 2000î da li Lîseteya Kelepora Cihanî hatibû zêdekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE