Keleha Kerkûkê ya ku hindik maye hilweşe benda nûkirinê ye

Dîroknas, lêkolîner û nivîskar Necat Kevseroglu: "Ji bo Keleha Kerkûkê ya ku tê da herî zêde ji heyama Osmaniyan berhem hene hilneweşe em bangî birêz Serokkomarê me Erdogan dikin ku bila vê derê xelas bike."

Keleha Kerkûkê ya ku hindik maye hilweşe benda nûkirinê ye

Keleha Kerkûkê ya ku yek ji wan sembolên herî girîng ê Kerkûka bajarê Iraqê ye ji ber ku bi salan e lê xwedî nayê derketin hindik maye hilweşe.

Keleha ku beriya zayînê di sala 884an da hatiye çêkirin ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye, şopên heyama Selçûqî û Osmaniyan jî tê da hene.

Ev keleha dîrokî ya li navenda bajêr e di dema Osmaniyan da hat berfirehkirin û niha benda nûkirinê ye.

Qismekî kelehê di sala 1990an dema rejima Saddam da hat hilweşandin, malbatên Tirkmen jî bi darê zorê dan koçkirin.

Li kelehê qebra pêxember Danyal, Huneyîn û Uzeyîr jî heye.

- Keleha dîrokî li ber çavan hildiweşe ku her kes ji ber vê xemgîn e

Lêkolîner û nivîskar Aydin Kerkûk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand keleheke wiha ya ku di dîrokî da ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye li ber çavan hildiweşe ku ew ji ber vê xemgîn in.

Kerkûk got li Iraqê bi salan e ji ber şer, pevçûn, bûyerên terorê û rewşa aboriyê qîmeta cihên mîrata kal û bavan nayê zanîn û ev der jî di sala 1990î da ji hêla rejima Saddam va qadeke eskerî hatiye îlankirin û qismekî wê hatiye hilweşandin.

- Bang ji bo Serok Erdogan

Dîroknas, lêkolîner û nivîskar Necat Kevseroglu jî wiha got: "Ji bo Keleha Kerkûkê ya ku tê da herî zêde ji heyama Osmaniyan berhem hene hilneweşe em bangî birêz Serokkomarê me Erdogan dikin ku bila vê derê xelas bike."

Kevseroglu anî ziman Çarşiya Qeyseriyê ya li Kerkûkê 2 sal berê ji ber şewatê zirar dîtibû ku bi telîmata Erdogan va ew hat nûkirin û wiha dewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku wê destûr neyê dayîn ku ev mîrata kal û bavan jî ji holê rabe."

- Bila bê nûkirin û turîzm lê geş bibe

Ebdulqadir Şahînê li Kerkûkê xwediyê şirketeke turîzmê ye jî got bila keleh bê nûkirin û lê turîzm geş bibe.

Welatî Celal Polat jî anî ziman ji bo ku ev cihên dîrokî bi armanca turîzmê bên bikaranîn divê veberhênan bên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE