KENY ji ber eşkerekirina rêveberiya berwext a Lîbyayê kêfxweş bû

Konseya Ewlekariyê ya NYyê di daxuyaniya hevpar da diyar kir ku li Lîbyayê eşkerekirina rêveberiya berwext "di pêvajoya siyasî da merheleyeke girîng e."

KENY ji ber eşkerekirina rêveberiya berwext a Lîbyayê kêfxweş bû

 Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji ber ku li Lîbyayê rêveberiya berwext a hetanî hilbijartinê hat eşkerekirin kêfxweş bû.

Konseya Ewlekariyê ya NYyê di daxuyaniya hevpar da diyar kir ku li Lîbyayê eşkerekirina rêveberiya berwext "di pêvajoya siyasî da merheleyeke girîng e."

KENYyê bangî rêveberiya berwext kir ku hetanî hilbijartina 24ê berfanbarê bi lez hikûmetê ava bike, der û dora hikûmetê berfireh bigre û pêvajoya lihevkirina neteweyî bide destpêkirin.

KENYyê bang kir ku bira guh bidin agirbesta di 23yê cotmeha 2020î da hatibû îmzekirin, hemû hêzên biyanî û eskerên peretî demildest ji welêt vekişin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE