KENYê qewlê dirêjkirina embargoya çekan a li ser Îranê red kir

"Di mijara aştiya navneteweyî û ewlehiyê da bêbiryardariya KENYê nayê efûkirin."

KENYê qewlê dirêjkirina embargoya çekan a li ser Îranê red kir

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşniyaza biryara tê xwestin ku bila embargoya çekan a li ser Îranê dewam bike, red kir.

Pompeo di daxuyaniya nivîskî weşand da ragihand ku karê KENYê ew e ku di qada navneteweyî da aştî û ewlehiyê bibe serî û wiha pê da çû: "Di mijara aştiya navneteweyî û ewlehiyê da bêbiryardariya KENYê nayê efûkirin. KENY îro wezîfeya xwe ya herî sereke bi cih neaniye."

Di berdewamiya daxuyaniyê da Pompeo destnîşan kir ku qewlê embargoya çekan a li ser Îranê red kirin ji bo Îrana 10 salî zêdetir e nikare çekan bistîne û bifiroşe rê vekir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE