KENYyê êrîşa li Duhoka parêzgeha Iraqê şermezar kir

KENYyê êrîşa li Duhoka parêzgeha Iraqê şermezar kir

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrîşa dijî sivîlên li Zaxoya navçeya Duhoka parêzgeha Iraqê şermezar kir.

Di daxuyaniya KENYyê da wiha hat gotin, "Endamên Konseya Ewlekariyê bi awayê herî tund êrîşa ku di 20ê Tîrmeha 2022yan da li Duhoka parêzgeha Iraqê hat kirin şermezar kir. Êrîş, zarok jî di nav da bû sedema kuştina 9 sivîlan."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Endamên Konseya Ewlekariyê teziyeya xwe ya herî jidil ji bo malbatên qurbaniyan, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin, ji bo birîndaran şifaya bilez xwestin û der heqê lêpirsînan da piştgiriya xwe ji bo meqamên Iraqê îfade kirin."

Hemû dewletên endamên konseyê bang dikin ku ji bo piştgiriya van lêpirsînan digel hikûmeta Iraqê û meqamên din ên têkildar hevkarî were kirin û her wiha piştgiriyê didin serwerî, serxwebûn, yekîtî, yekîtiya xakê, pêvajoya demokratîk û pêşketina Iraqê.

Hatibû ragihandin ku li Zaxoya navçeya Duhoka parêzgeha Iraqê 20ê Tîrmehê di êrîşa rexê avê da 9 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE