Kesê ku êrîşa li Hewlêrê daye kirin hat berterefkirin

Erdogan Unalê terorîstê PKKyî ku hat tesbîtkirin êrîşa li Hewlêrê daye kirin bi operasyona hevbeş ya MÎT û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê hat berterefkirin.

Kesê ku êrîşa li Hewlêrê daye kirin hat berterefkirin

Erdogan Unalê terorîstê PKKyî ku hat tesbîtkirin suîqesta li Hewlêrê ya li hember Osman Koseyê wezîfedarê Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê daye kirin bi operasyona hevbeş ya MÎT û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê hat berterefkirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê operasyona dijî Erdogan Unalê bi nasnavê "Dogan Nurhan" ku qaşo ji serkirdeyên PKKyê ye di 24ê Tîrmehê da li Qendîlê hatiye kirin.

- Li Qendîlê dijî serkirdeyên PKKyê operasyona duyemîn

Erdogan Unal ji pênc endamên konseya îstixbaratê bû ku rasterast girîdayî Cemîl Bayikê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê ye. Unal di 1990an da tevlî PKKyê dibe û di navbera salên 1994-1998an da di girtîgehê da dimîne û piştî derdikeve tevlî kadroya çiyê dibe.

Berterefkirina Unal operasyona duyemîn e ku dijî qaşo serkirdeyên li Qendîlê tê kirin. Operasyona ewil di 27ê Hezîranê da hatibû kirin û Garîp Muhammedê bi nasnavê "Halmat Diyar" yê endamê qaşo konseya serokatiya PKKyê bû hatibû berterefkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tîrmeh 2019, 16:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE