Kesên di kampên li Îdlibê da ne bi hesreta malê paşîva ewil kirin

Şahîn Ebû Mehmûdê ku ji êrîşên rejima Esed reviyaye: "Ev remezana ewil e ku ez ji mala xwe dûr dest pê dikim. Ez niha mîna wan kesên 8 sal berê ji malê xwe derketine me û ew çi hîs dikin niha ez jî wekî wan im."

Kesên di kampên li Îdlibê da ne bi hesreta malê paşîva ewil kirin

Li Sûriyeyê sivîlên ku ji mecbûrî di kampên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne dijîn paşîva xwe ya ewil a îsal ji mala xwe dûr kirin.

Şahîn Ebû Mehmûdê ku tevlî malbata xwe 7 meh berê ji ber êrîşên rejima Esed û piştgirên wî ji mal û milkên xwe bûn li Kampa Atmeyê ya Sûriyeyê ku ser xeta sînorê Tirkiyeyê ye dest bi meha remezanê kir.

Ebû Mehmûd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew jî di nav 6 milyon sivîlên ku şer bû sedema koça wan da cih digire û wiha pê da çû: "Sala par digel êrîşan min meha remezanê li mala xwe derbas kir. Ji ber êrîşan em axirê ji mal û milkên xwe bûn. Em dixwazin vegerin malên xwe û derfetên zêde jî naxwazin. Heke rejim ji herêma me venekişe em venagerin wê derê. Em çawa vegerin? Apê min, malbata wî, birayê min, biraziyê min û xalê min hemû par di êrîşên Rûsyayê da hatin kuştin."

Di axaftina xwe da Ebû Mehmûdê bavê 3 zarokan destnîşan kir ku ev cara ewile ew ji mala xwe dûr dest bi meha remezanê dike û wiha dewam kir: "Ev remezana ewil e ku ez ji mala xwe dûr dest pê dikim. Ez niha mîna wan kesên 8 sal berê ji malê xwe derketine me û ew çi hîs dikin niha ez jî wekî wan im. Vê êşê bi tenê wan kesên kişandine dizanin yanî kesên bêmal mane. Ez hêvî dikim ku bila herkes vegere mala xwe, şer bisekine. Deng li çekan bê birîn. Bila ne balafirên şer û ne jî yên sivîl êdî bifirin lewra zarokên me êdî dengê motorsiklêtan jî wek dengê balafirê fehm dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE