"Kesên ku xwepêşandêr kuştin divê werin darizandin"

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ragihand, kesên ku duh li paytext Bexdayê êrîşî xwepêşandêran kirin, divê werin darizandin.

"Kesên ku xwepêşandêr kuştin divê werin darizandin"

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ragihand, kesên ku duh li paytext Bexdaêrîşî xwepêşandêran kirin, divê werin darizandin.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokatiyê ya HKIyê hat dayîn, Barzanî diyar kir, tu hinceta êrîşên ku li Meydana El-Hillanî û Pireya Sînekê dijî xwepêşandêran hatin kirin, tuneye.

Barzanî sersaxî da malbatan û destnîşan kir, kê dibe bira bibe, divê rayedarên Iraqî wan bigrin û ew werin darizandin.

Pêr bi şev li Bexdayê kesên nasnameya wan ne diyar e, gule berdabûn xwepêşandêrên Meydana El-Hillanî û Pireya Sînekê û di êrîşê da 25 kes hatibûn kuştin, 120 kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE