Keştiyeke eskerî ya bi navê "Xark" ya Hêzên Behrê yê Îranê li Behra Umanê binav bû.
Hat daxuyandin dema keştî li Bendergeha Caskê ya li Hurmuzganê bû di keştiyê da şewat derket.
Hat gotin xebatên xelaskirinê qasî 20 saetan dewam kir, lê dîsa jî ew ser neketin û keştî binav bû.
Artêşa Îranê daxuyand hemû xebatkarên keştiyê hatin xelaskirin, sedema şewatê jî hê nehatiye tesbîtkirin.
Keştiya Harkê 40 sal e ji hêla Hêzên Behrê yên Îranê va dihat bikaranîn û hat gotin ew keştiya herî mezin a bar lê dihat barkirin bû.
AA