Keştîvanên Tirk ên li Nîjeryayê hatibûn revandin vegeriyan Tirkiyeyê

10 miretebatên Tirk ên ku li peravên Kendava Gîneyê ya Nîjeryayê hatibûn revandin piştra hatin berdan gihîştin Stenbolê

Keştîvanên Tirk ên li Nîjeryayê hatibûn revandin vegeriyan Tirkiyeyê

10 keştîvanên Tirk ên ku li peravên Nîjeryayê ji hêla kesên çekdar va hatibûn revandin û pêr hatibûn berdan vegeriyan Tirkiyeyê. 

Keştîvanên Tirk bi balafira Abujayê ya ku nimera sefera wê 0624 e di saet 08.40an gihîştin Balafirgeha Stenbolê. 

Keştîvan li balafirgehê bi wesayîteke TGSyê anîn salona VÎPê û li vir malbatên wan pêşwaziya wan kir. 

Kesên çekdar şeva 13ê tîrmehê li peravên Nîjeryayê êrîşî keştiya kargoyê ya Paksoy-I ya bi bandiraya Tirkiyeyê ya ku tê da 18 Tirk hebûn kiribûn û 10 keştîvan revandibûn.

10 keştîvanên Tirk pêr hatibûn berdan. 

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 11:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE