Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) Roberta Metsola daxuyand ketina dîplomat û rayedarên Ûris û Belarusî ji bo avahiyên Parlamentoya Ewropayê hat qedexekirin.
Metsola li ser Twitterê daxuyand: "Ji îro pê va ketina dîplomat û rayedarên Ûris û Belarusî ji bo avahiyên Parlamentoya Ewropayê hat qedexekirin. Li meclisa demokrasiyê ji kesên dixwazin pergala demokratîk xirab bikin ra cih tune."
Ji êrîşên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê vir va PEyê dijî Rûsyayê 4 pakêtên mueyîdeyê yên aboriyê eşkere kiribû. Serokê Dewleta Rûsyayê Viladîmîr Putîn û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di nav da kesên milyarder hedef girtibû. PEyê dijî Belarusê jî mueyîdeyên aboriyê eşkere kiribû.
AA