Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê der heqê kirîna S-400an a ji aliyê Tirkiyeyê va, wiha got, "Vêga nirxandineke me tuneye ku ka em ê çi astengkirinekê bisepînin û em ji pêş da jî destnîşan nakin."
Berdevk Ortagusê li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û ji aliyê Tirkiyeyê va kirîna pergalên parastina asîmanî S-400 a ji Rûsyayê, nirxand.
Ortagusê diyar kir ku Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo û Serok Doland Trump dê mijarê binirxînin û wiha got:
Wezîr û Serok di mijara Qanûna Têkoşîna Amerîkayê ya Dijî Neyaran a bi Rêya Astengkirinan (CAATSA) da hemû vebijêrkan dinirxînin. Me ji vê derê pir eşkere destnîşan kir ku encamên wê dê çi bin. Encamên ku Tirkiye nikare F-35an werbigire jî we di axaftina îro ya Serok Trump da dît. Vêga nirxandineke me tuneye ku ka em ê çi astengkirinekê bisepînin û em ji pêş da jî destnîşan nakin. Wezîr û Serok dê di çarçoveya qanûnên Amerîkayê da rewşê binirxînin û dê biryara pêwîst bidin."
AA