Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand tevî terorîst Mazlum Dag 4 terorîstên failên êrîşa li Hewlêrê ku wezîfedarekî Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê tê da şehîd ket, hatine qefaltin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlehiya Hewlêrê da hat destnîşankirin Mazlum Dagê ku 2 roj berê ji ber êrîşa li Hewlêrê agahiyên wî hatibûn eşkerekirin bi destê hêzên ewlehiyê hat qefaltin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji xeynî Dag 3 kesên ku bi bûyerê ra eleqeya wan heye jî hatine qefaltin û der barê 3 kesên din da agahiyên berfireh nehatin dayîn.
Çarşema borî li Hewlêrê li restoranekê di êrîşa çekdarî da wezîfedarekî Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê şehîd bûbû û 2 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin.
AA