Kêmnetewên li Herêma Kurdistanê dixwazin ku bila hilbijartina giştî gorî qanûnên heyî bê kirin

Kêmnetewên li Herêma Kurdistanê dixwazin ku bila hilbijartina giştî gorî qanûnên heyî bê kirin

 Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kesên ku di kotaya kêmneteweyan da wekî parlamenter hatin hilbijartin û ketin meclisê, naxwazin ku di hilbijartina giştî ya 1ê cotmeha 2022yê da kotayên kêmneteweyan were kêmkirin û bi pergal û qanûna heyî va hilbijartin çêbibe.

Li gor biryarnameya ku Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî îmze kir, her çend hilbijartina parlamenteriyê ya HKIyê ji bo 1ê cotmehê hatibe eşkerekirin jî li ser qanûn û pergala hilbijartinê nîqaş hê dewam dikin.

Ji partiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Hereketa Nifşa Nû, Partiya Civaka Edaletê ya Kurdistanê (Komel) û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 35 parlamenter ji bo guherandina qanûna hilbijartinê û verastkirina kotayên kêmneteweyan di 28ê adara 2022yan da pêşnûmaya qanûnekê ku ji 26 xalan pêk tê, pêşkêşî serokatiya Meclisê kir.

Pêşnûma di heman demê da dixwaze ku HKI parveyî 4 herêmên hilbijartinê bibe. Ji bilî PArtiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû partiyên siyasî pêşnûma îmze kir.

Meclisa HKIyê ji 111 parlamenteran pêk tê û di binê navê "kota"yê da seba Tirkmenan 5, seba Mesîhiyan jî 6 kontenjan tê veqetandin. Tirkmen û Mesîhî naxwazin ku pergal û qanûna hilbijartinê were guherandin û kotayên wan were kêmkirin.

Parlamenteran der heqê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Serokê Koalîsyona Yekîtiya Neteweyî ya Meclisa HKIyê û Parlamenterê Mesîhî Romeo Hakarî got, "Ev pêşnûma ji bo ku kotaya kêmneteweyan ji holê rake, hat pêşkêşkirin. Me bi serokên grûban ên Meclisê ra civîn kirin û me fikra xwe kir yek ku hilbijartin di wexta xwe da were kirin."

Hekarî diyar kir, wekî komên kêmnetewe ew hatin cem hev û ew dixwazin ku meqamên temsîlê yên li HKIyê bo Xirîstiyan û Tirkmenan bên dayîn û wiha got:

"Em dixwazin hilbijartinên serdema 6emîn ên HKIyê bi qanûna mewcûd bên kirin. Lewra fikarên cidî hene ku kotayên kêmneteweyan dê bên kêmkirin an jî dê ji holê bên rakirin. Wekî hincet jî îdiaya parlamenterên komên kêmnetewe, gelên xwe temsîl nakin, derdixin pêş. Rastiya vê îdiayê tuneye."

Hekarî bal kişand ku verastkirina qanûnî dê tesîreke mezin li komên kêmnetewe bike û wiha got, "Di hilbijartinên Iraqê da jî ji bo kotayan yek herêmeke hilbijartinê hat sepandin. Li HKIyê jî divê li Hewlêr û Silêmaniyê jî meriv bikaribe deng bide namzedekî li Duhokê."

Parlamenterê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Îmdat Bîlal jî wiha got, "Hin partiyên siyasî ji ber sedemên navxweyî gava bikevin hilbijartinê dê piraniya kursiyên di destê xwe da ji dest bidin. Lewma jî kotaya kêmneteweyan dikin hincet."

Bîlal bal kişand ku divê hilbijartin dê wextê xwe da were kirin û wiha got:

"Wekî ETI em dixwazin hilbijartina kotaya kêmneteweyan wekî yek herêm were kirin. Lewra ez nûnerê Tirkmenên Kirfriyê û yên li ciyên din im jî. Di pêşniyaza YNKyê da kotayên kêmneteweyan tên dabeşkirin, 2 bo Silêmaniyê, 3 jî bo Hewlêrê tên veqetandin. Di vê mijarê da nêrîna me pirs nekirin."

Serokê Giştî yê Partiya Pêşketina Tirkmenan Mihemed Îlhanli jî got ku ew dixwazin hilbijartin bi qanûna heyî va bên kirin.

Parlementerê Tirkmenan Îlhanli axaftina xwe wiha domand: "Me dixwest li Silêmaniyeyê ji bo Tirkmenan parlementeriyek bê dayîn lê YNKê bi hinceta bajêr ne Tirkmen e ev yek qebûl nedikir. Niha jî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û zêdekirina parlementerên xwe vê yekê tînin rojevê. Em herêma hilbijartinekê diparêzin û naxwazin ku li hemberî kotayên kêmnetewan midaxale bê kirin."

- Dema qanûna hilbijartinê bigûhere wê projeyên Tirkmenan jî hebin

Sekretera Meclisa HKIyê Muna Kahveciyê di daxuyaniya ku 9ê Adarê weşandibû da gotibû ku wan ji Meclisa HKIyê xwest bila jimara parlementerên Tirkmenan ên di meclisê da ku 5 in bê zêdekirin û ji sedî 30 mafê nûnertiyê bidin Tirkmenan.

Kahveciya ku di heman demê da Alîkara Serokê Partiya Reforma Tirkmen e jî got: "Heke bi taybetî li ser guherîna qanûna hilbijartinê qise zêde bibin wê demê projeyên Tirkmenan jî wê hebin. Projeya me eve ku bila hejmar 5 kesên din jî bê zêdekirin. Heke makezagon jî bê nivîsandin hikûmet divê di hemû mijaran da benda ji sedî 30 bo Tirkmenan tespît bike."

- "Di meclisa HKIyê da 5 kotayên bo Tirkmenan kêm e"

Wezîrê Berpirsê Nijad û Komên Olî yên li HKIyê û Endamê Lijneya Rêvebirina ETIyê Aydin Marûf jî di 19ê Mijdara 2021î da gotibû ku hin kes dixwazin hejmara parlementerên kêmnetew ên di Meclisa HKIyê da kêm bikin hewl didin û gotibû ku ew ji bo hejmara parlementerên bo wan cihêkirî ku niha 5 e derxin 7an wê hewl bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE