Koalisyona dijî DAEŞê: Koalisyonê alîkariya eskerî da Pêşmergeyan

Koalisyona dijî DAEŞê ya Amerîka pêşîkêşiyê dike di hefteyekê da du caran alîkariya eskerî da Pêşmergeyan

Koalisyona dijî DAEŞê: Koalisyonê alîkariya eskerî da Pêşmergeyan

Koalisyona dijî DAEŞê ya di pêşîkêşiya Amerîka da di hefteyekê da du caran alîkariya wesayîtên eskerî da Pêşmergeyên hêzên çekdar ên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).

Hêzên koalisyonê bi merasima teslîmkirinê ya li Hewlêrê va 59 wesayîtên eskerî yên di nav da ambulans û Hummerên wesayîtên bizirx jî hene teslîmî Wezareta Pêşmergeyan kirin.

Hêzên koalisyonê di 26ê tîrmehê da jî 70 wesayît dabûn Wezareta Pêşmergeyan. Di nav wesayîtên li qadê hatin pêşandan da Humveeyên wesayîtên bizirx, tanker û kamyonên eskerî hatin dîtin.

Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê gotibû "Ji bo têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê hewcedarî nema ku eskerên Amerîkayê li Iraqê hebin", ya bal dikişîne jî ew e ku piştî vê daxuyaniyê hêzên koalisyonê alîkarî dan Pêşmergeyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE