Iraqê diyar kir ku ji 2 hezar û 100î zêdetir wesayîtên eskerî yên koalisyona dijî DEAŞê ya di pêşîkêşiya Amerîkayê da ji welêt vekişyan.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê bi beşdariya fermandarên hêzên koalisyona navneteweyî û Iraqê va civîna çapemeniyê li dar xist.
Qasim Araciyê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, Korgeneral Ebdilemir Şemriyê Alîkarê Fermandarê Dermandariya Operasyonên Hevpar, General John Brennanê Fermandarê Giştî yê Hêzên Koalisyonan Navneteweyî ya li Iraqê û Tuxgeneral Rîchard Bellê alîkarê wî beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê da hat diyarkirin ku di civînê da li ser pîlanên ji bo asta vekişyana tevahî ya hêzên herbê axivîn.
Hat destnîşankirin ku hetanî niha ji 2 hezar û 100î zêdetir wesayîtên eskerî ji welêt vekişyan.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 1800î zêdetir ekîpmanên eskerî yên hêzên koalisyonê jî di têkoşîna dijî DEAŞê da tên bikaranîn.
Koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da ya ji 60î zêdetir welat piştgiriyê didinê ji sala 2014an vir va di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriyê dide hêzên Iraqê.
AA