Koalîsyona suniyan bi partiyên Kurdan ra bo avakirina "koalîsyona mezin" axivîn

Koalîsyona "Eniya Mîhwera Neteweyî" ku ji hêla pêşengên sunî yên Iraqê va hat avakirin, ji bona li meclisê koalîsyoneke mezin çêkin bi heyeta hevbeş ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra civiya

Koalîsyona suniyan bi partiyên Kurdan ra bo avakirina "koalîsyona mezin" axivîn

 Koalîsyona "Eniya Mîhwera Neteweyî" ku ji hêla pêşengên sunî yên Iraqê va hat avakirin, ji bona li meclisê koalîsyoneke mezin çêkin bi heyeta hevbeş ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra civiya.

Heyeta suniyan ya di serokatiya Xamîs Xencer da li Hewlêrê li Navenda Giştî ya YNKyê bi heyeta hevbeş ra civiya û li ser avakirina koalîsyoneke mezin ya meclisê axivîn.

Di daxuyaniya "Eniya Mîhwera Neteweyî" û YNK û PDKyê hat diyarkirin "Eniya Mîhwera Neteweyî" û PDK û YNK ji bona li meclisê koalîsyoneke mezin bê çêkirin ji hemû koman ra vekirî ne.

Hat diyarkirin divê hikûmeta nû bi îtifaqên siyasî bê avakirin û ji bona xetayên berê dubare nebin divê bi nivîskî temaînat bên dayîn û wiha hat gotin: "Ji bona çareserkirina pirsgirêkan, bicîanîna daxwazên xwepêşanderan û vegere koçberan divê li gor destûra bingehîn hereket bikin."

Heyeta suniyan di serdan û pêwendiyên li Hewlêrê da bi Mesûd Barzaniyê Serokê Giştî yê PDKyê ra civiyabû.

Gorî destûra bingehîn ya Iraqê partî û koma di hilbijartinê da bi ser dikeve hikûmetê ava nake, partî û koma di meclisê da herî zêde xurt e hikûmetê ava dike. Di hilbijartina dawîn da tu partiyekê bi tena serê xwe di meclisa ku ji 329 parlamenterî pê tê da piraniyê (165) dernexistibû. Loma jî divê partiyên di hilbijartinê da derketine pêş koalîsyonê ava bikin. AA

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2018, 10:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE