Koalîsyona li Sûriyeyê 2 hezar û 832 sivîl kuştin

Tora Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan diyar kir ku li Sûriyeyê midaxaleya eskerî ya Koalîsyona Navneteweyî di êrîşên hêzên koalîsyonê da heta niha 861 jê zarok û 617 jê jin bi tevahî 2 hezar û 832 sivîl hatin kuştin

Koalîsyona li Sûriyeyê 2 hezar û 832 sivîl kuştin

Tora Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) diyar kir ku li Sûriyeyê midaxaleya eskerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DEAŞê ku Amerîka piştgiriya wê dike sala xwe ya 4an tije kir û di êrîşên hêzên koalîsyonê da heta niha 861 jê zarok û 617 jê jin bi tevahî 2 hezar û 832 sivîl hatin kuştin.

SNHRê li ser sala 4em a midaxaleya eskerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DEAŞê ku Amaerîka piştgiriya wê dike, raporeke taybet weşand.

Li gor raporê hêzên koalîsyonê ji 23yê îlona 2014an vir va di êrîşan da 861 jê zarok û 617 jê jin bi tevahî 2 hezar û 832 sivîl kuştin.

Di sala yekemîn da 249, di sala duyemîn da 398, di sala sêyemîn da hezar û 753 û di sala çaremîn da 432 sivîl di êrîşên koalîsyonê da hatin kuştin. Di dewra Serokê Amerîkayê Donald Trump da li Sûriyeyê hezar û 856, di dewra Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama da jî 976 sivîl hatin kuştin.

- Herî zêde li Reqqayê hatin kuştin

Li gor raporê hêzên koalîsyonê ku li Sûriyeyê piştgirî dan YPG/PKKya rêxistina terorê, di nav 4 salên dawîn da herî zêde sivîl li Reqqayê kuştin.

Li gor vê li Reqqayê hezar û 133, li Helebê 782, li Dêra Zorê 447, li Hesekê 218, li Îdlibê 126, li Humsê 121 û li Derayê 5 sivîl di êrîşên koalîsyonê da hatin kuştin.

- Hêzên koalîsyonê herî kêm 156 caran "komkujî" kirin

Di raporê da ji bo herî kêm 5 kesên ku di êrîşan da hatin kuştin "komkujî" hat gotin û hat ragihandin ku hêzên koalîsyonê heta niha herî kêm 156 caran komkijî kirin.

Li gor raporê hêzên koalîsyonê li Sûriyeyê di êrîşên sala ewil da 8, di sala duyem da 11, di sala sêyem da 110, di sala çarem da jî 27 caran komkujî kirin. Li Reqqayê jî 99, li Dêra Zorê 26, li Hesekê 15, li Helebê 12, li Îdlibê jî 4 caran komkujiî kirin.

Hat gotin ku di nav çar salan da li Sûriyeyê cihên ku sivîl lê dijîn herî kêm 170 caran rastî bombebarana koalîsyonê hatin.

Li gor raporê cihên sivîlan li Reqqayê 108, li Dêra Zorê 49, li Helebê 7 û li Hesekê 6 caran bûn hedefa êrîşên koalîsyonê.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE