Kobe Bryant di qezayeke firokeyê da mir

Li ser hesabê Twîtterê ya Los Angeles County Sheriffê hat daxuyandin basketbolvanê navdar ê Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) Kobe Bryant (41) li bajarê Calabasasê ya li ser Calîfornîayê di qezayeke firokeyê da mir.

Di qezayê da ji bilî lîstikvanê basketbolê yê Amerîkî Kobe Bryant û qîza wî Gîannaya 13 salî 7 kesên din jî mirin.

Rayedaran ewil hejmara miriyan wek 5 kes eşkere kirin, lê paşê hat gotin tevahî 9 kes mirine.

Nasnameya kesên din û sedema qezayê hê nehat eşkerekirin.

Berdevkê Şaxa Esmanî ya Federal Allen Kenîtzer jî daxuyaniyek da û got firokeya tîpa wê "Sîkorsky S-76" e ketiye, lê sedema ketinê hê ne diyar e.

Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Kobe da wiha got: ''Kobe li qadê nuwaze bû...Mirina Gîannayê jî wek malbat ji bo me êş e. Ez, Mîchelle û Vanessa ji malbata Bryant ra di rojeke wiha ya ku nedihat hişê tu kesî da hezkirin û diayên xwe dişînin."

Mirina Kobe li cîhanê ji bo gelek kesan bû xemgîniyeke mezin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE