Koçberê bêdestûr: Eskerên Yewnan bi tifingê li min dan

Biyenê Pakistanî wiha got, "Em du rojan di malekê da girtin, nan û av nedan me. Paşê anîn kêleka çêm û li me dan. Eskerekî bi tivingê li min da, her derê bedena min reş bû"

Koçberê bêdestûr: Eskerên Yewnan bi tifingê li min dan

Koçberên bêdestûr ên îdia kirin ku eskerên hidûd ên Yewnan li wan dan û paşê ew bi zorê şandin Tirkiyeyê, hatin tedawîkirin.

Li gor agahiya ku hat hildan, eskerên yekîneya hidûd ên girêdayî Fermandariya Tûxaya Peyadeya Mekanîzeyê ya 54emîn li nêzî navçeya Îpsalayê herêma qedexe ya eskerî kontrol kir û li wê derê 30 koçberên bêdestûr hatin girtin û di nav wan da kesên li wan dane jî hene.

Koçberên bêdestûr piştî ku ji kontrola tenduristî ra hatin derbaskirin, şandin Îdareya Koçê ya Bajêr.

3 koçberên birîndar hatin tedawîkirin.

Koçberên ku bedena wan reş bûne, ya ku anîne serê wan bi rêya wergêr ji nûçegihanê AAyê ra gotin.

Silêman Biyenê Pakistanî diyar kir, piştî ew derbasî Yewnanistanê bûn, eskerên Yewnan ew girtin û îdia kirin ku miemeleyeka pir xerab li wan kirin.

Biyen diyar kir ku eskeran destên wî para va bi hev va girê dan û lê dan û wiha dewam kir, "Em du rojan di malekê da girtin, nan û av nedan me. Paşê anîn kêleka çêm û li me dan. Eskerekî bi tivingê li min da, her derê bedena min reş bû. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be, tedawiya min da kirin. Nan û av dan me."

Bîlal Tahiyê Efxanistanî jî got ku, piştî ew li Yewnanistanê hat girtin, eskerê Yewnan bi sîlahê li serê wî da û ew xwe va çû.

Tahî îdia kir ku li Yewnanistanê esker û polês miemeleyeke pir xerab li koçberên bêdestûr dikin û wiha dewam kir, "Ez rojekê li wê derê mam û paşê wan ez bi zorê avêtim çêm. Ez teslîmî eskerê Tirk bûm. Esker ez hildam û birim nexweşxaneyê. Şikir ez li vê derê me û baş im."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE