Li Efrînê ev 9 sal in ceyran tune bû. Bi piştgiriya Turkiyeyê xebatên binesaziyê hatin kirin û navenda bajêr piştî 9 salan ronî bû. Efrînî ji rewş û xizmetan memnûn in.
Dema şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir wekî tevahiya welêt Efrîn jî di tariyê de ma.
Piştî operasyonên serkeftî, li Efrîn û bajarên derdorê bi alîkariya Turkiyeyê xebatên avakirinê dest pê kirin.
Xebat bi dawî bûn û piştî 9 salan kolan û kuçeyên Efrînî dîsa ronî bûn.
Li bajêr berê rojê tenê 6 saet ceyran hebû lê êdî ceyrana Efrîniyan qet naçe.
Piştî roj diçe ava êdî Efrînî bi dilekî rehet karin derkevin derve.
Welatiyên ku piştî 9 salan kolan û kuçeyan dîsa ronî dibînin ji halê xwe razî ne.