Kolanên Efrînê bi xebatên peyzajê bedew dibin

Kolanên Efrînê bi xebatên peyzajê bedew dibin

Li Sûriyeyê kolanên navçeya Efrînê ya ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin, bi xebatên peyzajê va yên Meclisa Herêmî ya ku Türkiye piştgiriyê didê, diguherin.

Meclisa Herêmî ya Efrînê li navçeya ku di 6 salên dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da tu xizmet lê nehat kirin, xebatên wekî binesazî, nûkirina dibistanan, asfaltkirina rêyan û her wiha yên di warê tenduristiyê da dike.

Meclisa herêmî herî dawî jî li navenda Efrînê rêyên xweliyê bi kevirên kîp dibin va kevir kirin û her wisa li ser kolanan jî xebata peyzajê kir.

Li navenda navçeya Efrînê temîrvanê duçerxan Sakip Fehîm di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di serdema dagiriya rêxistina terorê da Efrîn ji xizmetê mehrûm ma.

Fehîm wiha got, "Havînê ji xwelî xubarê, zivistanê jî ji heriyê mirov nikaribû ji rêyên Efrînê derbas bibe. Bi kevirên kîp dibin rê hatin kevirkirin. Şikir Efrîna me roj bi roj xweştir dibe."

Ridwan Ehmedê dermanfiroş jî wiha got, "Xwedê ji wan razî be yên ku rêyên me çêkirin. Xizmeteke baş kirine. Havîn û zivistanê jî problem derdiket. Niha êdî zehf rind e."

Navenda navçeya Efrînê 18ê Adara 2018an bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hatibû rizgarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE